• Friday, 06 February 2026
logo

Exxon Mobil dê Heta 25 Salên Din li Herêma Kurdistanê Kar Bike

Gulan Media February 28, 2012 Nûçe
Exxon Mobil dê Heta 25 Salên Din li Herêma Kurdistanê Kar Bike
Kompanyaya Amerîkayîya ya biwarê petrolê Exxon Mobil li gor girêbesta dirêjmaweya xwe ya li gel hukûmeta herêma Kurdistanê, dixwaze bi kêmanî heta 25 salên din li Kurdistanê bimîne û karê weberhênanê di biwarê petrpolê de bike.

Kompanyaya herî mezin a cîhanê ya biwarê petrol û gazê Exxon Mobil di raporta salaneya xwe de aşkira dike, ku dê bo maweya 25 salan li herêma Kurdistanê kar di biwarê petrol û gazê de bike. Exxon Mobil di ewê raporta xwe de beşek ji naveroka girêbesta xwe ya li gel hukûmeta herêma Kurdistanê aşkira kiriye û ragihandiye, ku karên ewê kompanyayê ji du qonaxên lêgerîn û deranîna petrolê pêk dihên.

Exxon Mobil di raporta xwe de weha basa naveroka girêbesta xwe ya bi hukûmeta herêma Kurdistanê re kiriye, ku sebaret bi qaonaxa lêgerîna li dûv petrolê de, kompanyaya Exxon Mobil dikare heta 5 salan li herêma Kurdistanê li dûv ptrolê bigere û herwisa dikare evê maweyê bo 2 salên din jî dirêj bike.

Herwiha di bareya qonaxa deranîna petorlê de jî, Exxon Mobil weha daye xuyakirin, ku li gor girêbesta xwe ya bi herêma Kurdistanê re, rê bi evê kompanyayê hatiye dan ku bo maweya 20 salan karê deranîna petorlê bike û kompanya dikare piştî tewawbûna ewê maweyê, maf heye daxwaza dirêkirina karê xwe bo 5 salên din jî bike.

Kompanyaya Amerîkayî ya Exxon Mobil ku mezintirîn kompanyaya biwarê petrolê ye, piştî ewê çendê naveroka girêbesta xwe aşkiar kiriye, ku Bexdadê pêştir gef ji kompanyayê kiribû ku bi bê agahdarî û razîbûna Bexdadê nikare li herêma Kurdistanê kar bike û ragihandibû, ku dê sizayan bi ser Exxon Mobil de bisepîne.
Top