Dadgeha Navnetewî Ya Li Laheyê Bûyera Roboskî Lêkolîn Dike
Di bersifnameyê de ku, Dadgeha Laheyê ji BDPê re birê kiriye hatiye nivîsandin ku, vê di demeke kên de Dadgeh lêkolînên xwe bi dawî bike û encamên lêkolîna han jî pêşkêşî BDPê bike.
Tê zanîn ku, di 28ê Meha Kanûna sala derbasbûyî de Balefirên Tirkiyeyê li nêz Gundê Roboskî ya ser bi şernaxê ve karwanek kasibkarên Kurd bordiman kiribûn û di encam de 34 welatiyên medenî ku, piraniya wan Ciwan bûn canê xwe ji dest dabûn.
