• Thursday, 05 February 2026
logo

Dadgeha Navnetewî Ya Li Laheyê Bûyera Roboskî Lêkolîn Dike

Gulan Media February 28, 2012 Nûçe
Dadgeha Navnetewî Ya Li Laheyê Bûyera Roboskî Lêkolîn Dike
Piştî ku, partiya aştî û demokrasî (BDP) serî li Dadgeha navnetewî ya li Laheyê xist û daxwaz jê kir ku, di derbarê bûyera Roboskî de lêkolîn bike, Berpirsên Dadgeha han bersifa daxwaza BDPê dan û ragihandin ku, Dadgeh dest bi lêkolîna komkujiya Gundê Roboskî dike.

Di bersifnameyê de ku, Dadgeha Laheyê ji BDPê re birê kiriye hatiye nivîsandin ku, vê di demeke kên de Dadgeh lêkolînên xwe bi dawî bike û encamên lêkolîna han jî pêşkêşî BDPê bike.

Tê zanîn ku, di 28ê Meha Kanûna sala derbasbûyî de Balefirên Tirkiyeyê li nêz Gundê Roboskî ya ser bi şernaxê ve karwanek kasibkarên Kurd bordiman kiribûn û di encam de 34 welatiyên medenî ku, piraniya wan Ciwan bûn canê xwe ji dest dabûn.
Top