• Thursday, 05 February 2026
logo

Birek TNT li Silêmaniyê hate pûçkirin

Gulan Media February 28, 2012 Nûçe
Birek TNT li Silêmaniyê hate pûçkirin
Asayişa Silêmaniyê birê 250 g ji madeya TNT li pêşiya malekê li bajarê Silêmaniyê pûç kir û dest bi ser 1500 kartonên cigere girt.

Beşa ragihandina Birêveberiya Asayişa Silêmaniyê di 2 daxuyaniyan de ragihand ku li pêşiya malekê li taxê Dildarî Raperîn li başûrê rojavayê Silêmaniyê, birê 250 g TNT hate pûçkirin.

Daxuyaniyê amaje kir ku tîma pûçkirina madeyên neteqiyayî ew kar pêk anî û lêkolîn derbarê bûyerê berdewam e.

Li gorî daxuyaniya duyê, bi biryara dadwer, roja 19ê vê mehê, hêzên beşa aborî ya bi ser Birêveberiya Asayişa Silêmaniyê dest bi ser 1500 kartonên cigere girt û di pişkinînê de derket ku cigere digel taybetmendiyên pîvana kontrola curî naguncin.

AKnews
Top