• Friday, 06 February 2026
logo

850 De‌fte‌rên dolarî yên me‌zne‌ bazirgane‌kê Duhokê nexuyane

Gulan Media February 28, 2012 Nûçe
850 De‌fte‌rên dolarî yên me‌zne‌ bazirgane‌kê Duhokê nexuyane
Duhî hinde‌k jêde‌rên ne‌fe‌rmî li Duhokê be‌his li dizîna 850 de‌fte‌rên dolarî yên me‌zne‌ bazirgane‌kê bi nav û de‌ngê parêzgeha Duhokê kirin, de‌zgehên êmnahiyê jî çi pêzanîn li se‌r vê pirsê ne‌ ragehandin.

Sala borî li Duhokê bi milyonan dolarên xe‌lkê Duhokê ji layê çe‌nd ke‌se‌kan ve‌ bi navê kompaniyên Bawe‌riyê hatine‌ be‌rze‌kirin û ta niha di bê se‌r û şûnin.

Di pirsa 850 de‌fte‌rên dolarî da, war pe‌ywe‌ndî bi çe‌ndîn de‌zgehـ û saziyên êmnahiyê li parêzgeha Duhokê kir, lê bo me‌ aşkira ne‌kir, lê di he‌man de‌mda de‌zgehên e‌mnî re‌t ne‌kirin û dane‌zanîn, ta niha çi dosiye‌k bo wan nehatiye‌ are‌ste‌kirin.

Jêde‌re‌kê êmnahiyê li Duhokê ku xwast navê wî û pile‌ya wî nehête‌ aşkira kirin bo war got: Me‌ e‌v pirse‌ li cade‌yê zaniye‌ û çi pêzanînên dirust li be‌rde‌st nîn.

Mamostaye‌kê abûrî li zankoya Duhokê jî bo war diyar kir e‌ge‌r e‌v pirse rast bît dê ziyan li bazarê Duhokê bît, ji be‌r ku sala borî jî bi milyonan dolar bi he‌man rêk ji Duhokê de‌rke‌ftin û kartêkirin li se‌r bazarî kir û sistî êxiste‌ ge‌le‌k biyavên bazirganî, ji wan bazarê kirîn û firoştina e‌rdî û xaniyan û tirombêlan.

Rojnama war
Top