• Thursday, 05 February 2026
logo

Qeşeyên Mesîhî Yên Devera Telkîfê Serdana Fermandariya Hêzên Zirêvanî Kirin

Gulan Media February 27, 2012 Nûçe
Qeşeyên Mesîhî Yên Devera Telkîfê Serdana Fermandariya Hêzên Zirêvanî Kirin
Duh heyeteke Qeşeyên Mesîhî û Nunerên saziyên jinan û kesayetiyên Devera telkîfê serdana Fermandariya hêzên Zirêvanî kirin û ji aliyê Jeneral Ezîz Weysî ve hatine pêşwazîkirin.

Di hevdîtineke de Jeneral Ezîz Weysî behsa rewşa Deverê kir û tekez li ser vê yekê kir ku, hêzên han vê hertim can, mal û serweta welatiyên Kurdistanê bêyî ti cudatî biparêzin û hertim hewl bo parastina rewşa ewlekariya Kurdistanê bidin.

Di dawiya vê hevdîtina han de jî heyeta mêwan spasiyên xwe pêşkêşî hêzên Zirêwanî kirin û hewldanên hêzên han jî bi girîng wesif kirin.
Top