Li Sûrî komkujî: 138 kes hatin kuştin
Li gor Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê, hêzên rejîma Sûriyê duhî li sertaserî Sûriyeyê, 138 kesî kuştine ji wan 96 kes li taxa Baba Emro ya li bajarê Himisê ku ji 24 rojan de tê bombebarandin.
Li gor nûçeyên gihiştine navgînên ragihandinê, hêzên rejîma Sûriyê li ser bazgeheke nêzî taxa Baba Emro dema xelkê wê taxê ji ber bombebaranê direviyan di operasyonekê de komkujiyek encam dane, tê de 65 kes bi fîşekan hatine kuştin.
Hevdem îro, Encûmena Mafê Mirovan yê Neteweyên Yekgirtî li New Yorkê bi piştgiriya dewletên Komkara Ereb û welatên Ewrpoayê aloziya Sûriyê gotûbêj dikin, li hemberê Rûsiya ta niha ti helwest nîşan nedaye lê ew ji aliyê Îranê ve hate redkirin.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka xwepêşandanên dijî rejîma Esed de, di 15ê adara 2011ê ta niha bêtirî 8 hezar kes li ser destên hêzên Sûriyê û alîgirên Beşar el-Esed hatine kuştin û bi deh hezaran girtî û aware bûne.
AKnews
