Mesrûr Barzanî Pêşwaziya Mamosteyên Olî Yên Parêzgeha Silimaniyeyê Kir
Di destpêka hevdîtinekî de birêz Mesrûr Barzanî piştî pêşwazî kirin û bixêr hatin kirina heyeta han hêvî xwest ku, ev serdanên han di pêşerojê de zêdetir û berfiretir bibin daku, mirov bikarêbe nêrînên xwe li hevûdû veguhaze û bi vê rengî jî rewşa xizmeteke baş pêşkêşî rewşa oldarî li Kurdistanê de bike û bi rêya Mamosteyên olî riha bihevre jiyan û lêbûrdinê li Kurdistanê bi giştî û li Parêzgeha Silimaniyeyê jî bi taybetî bi pêş bixe.
Jiber ku, di Dîroka kevnar û Dîroka niha de jî Mamosteyên olî xwedan roleke gelek girîng bûne û vê rola han jî hertim dom bike, mamosteyên olî di destpê kirin û dom kirina Şoreşên azadîxwaz yên Gelê Kurd de jî roleke gelek girîng lîstine û bo serkeftin û domandina wan Şoreşan jî xwedan rol û erk bûne lewre rola Mamosteyên olî ji bo paşerojeke geştir û baştir ya welatê me roleke gelek girînge û pêwîste mirov bi cidî li ser vê rola han raweste.
Di berdewamiya hevdîtina han de meseleya îslam û peyama vê ya pîroz jî hate nîqaşkirin û behsa bexşendeyî, lêbûrdeyî, tebayî û bihevre jiyanê di nava ola îslamê de jî hate kirin û her dû alî ev yek diyar kirin ku, her ji destpêka îslamiyetê de heta niha Gelê Kurd alîgireke bihêz ya îslamiyetê bûye û ti car jî nexwestiye ku, bazirganî bi vê ola pîroz bike anjî weke amûrek bo bi dest xistina berejwendiyên xwe bikar bîne anjî bo bidest xistina pile û paye ol bikar bîne û mafên yên din jî di bin navê ol de binpê anjî dagîr bike, bereovajî Gelê Kurd hertim bi awayekî gelek baş xizmeta îslamiyetê kiriye û Dîrok jî ve yek îsbat kiriye.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de birêz Mesrûr Barzanî spasiyên xwe pêşkêşî Mamosteyên olî kir û ragihnad ku, pêwîste em ji we hînî nîştimanperwerî û wefayê bibin jiber ku, hun rêwî û domkerên rêya ev Serokên me ne ku, di warê hişiyar kirina Gelê me de bo nîştimanperwerî û serbestî û rizgariya nîtşimanê pêşeng bûne.
Di dirêjahiya hevdîtina han de behsa vê yekê jî hate kirin ku, bi dirêjahiya Dîrokê Gelê Kurd bi gelek karesatên hovane di bin navê ola pîroz ya îslamê de re rûbirû bûye, lê ev karesatên han bi tenê bo bi dest xistina armancên xwen yên hovane bûne lewre ev kesên ku, xwestine bigehêjine armancên xwe ola îslamê bikar anîne. Lê ev karesatên han wisa li me kir ku, careke din ti kesek nikaribe bi mebesta bi dest xistina armancên xwe yên hovane bi hest û hisên olî yên Gelê me bilîze, jiber ku, kêşeya Kurd di destpêka Dîrokê de heta niha kêşeyeke netewî bûye ne kêşeyeke olî.
Di dawiya vê hevdîtina han de her dû aliyan tekez li ser vê yekê kir ku, peyama îslama pîroz ji her cure tundûtîjiyan dûre û bi ti awayî jî hana ti kesekî bo tundûtîjî nade, ev kesên ku, hewl didin wêneya rastîn ya îslamiyetê di koştin, birîn û tirsandina xelkê de nîşan bidin, armanc û ecendayên wanî nefret kirî bo her kesekî diyar û eşkerene, pêwîste her kesek ev yek bizanibe ku, tevahiya olên pîroz yên asmanî bi taybetî ola îslamê jî bo xizmet kirina mirovahî û zal kirina aştî û biratî hatine.
Di dawî de jî birêz Mesrûr Barzanî daxwaz ji Mamosteyên olî kir ku, di hewldanên xwe yên ji bo perwerde kirina civak û erkên xwenî pîroz û şîret kirina Gelê Kurd li ser esasê riha lêbûrdeyî û biratî û azadî û aştîxwazî û xweştewîstî û têkel kirina xwedê nasî û oldarî di gel xweştewîstî bo Gel û nîştiman de berdewam bin.
