Serokê Kurdistanê Û Serokkomarê Îraqê Li Silimaniyeyê Civiyan
Di hevdîtineke dostane de ku, Cîgirê Sekreterê giştî yê YNK Dr. Berhem Salih jî tê de amade bû Serok Mam Celal bi germî pêşwazî û bixêr hatina Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî kir û pişt re jî her dû alî nêrîn û ramanên xwe yên di derbarê pêşkeftinên siyasî yên li Kurdistan û Deverê de anîn ziman û nêrînên her dû aliyan jî li ser piraniya mêjar û meseleyan weke yek bûn.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de her dû Serok tekez li ser girîngiya bihêztir kirina peymana steratejîk ya di navbera partiya demokrata Kurdistanê û Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê de kirin û ev yek jî diyar kirin ku, dibe her dû alî bi hevre di her warê de kar kirineke hevbeş û hevpar bihêztir bikin.
Di dirêjahiya vê hevdîtina han de meseleya damezrandina Hikûmeta nû ya Kurdistanê jî hate gotûbêj kirin û her dû alî diyar kirin ku, bi mebesta awedan kirina Kurdistanê û xizmet kirineke baştir ji welatiyên Kurdistanê re pêwîste Hikûmeta nû ji kadroyên jêhatî û bihêz were damezrandin.
Di hevdîtina han de meseleya peyvendiyên heyî yên di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de jî hatin nîqaşkirin û her dû alî tekez li ser vê yekê kirin ku, pêwîste peyvendiyên han hîn bihêztir bibin û peyvendiyên heyî yên bi aliyên opozisyonê re jî dibe baştir û serdemiyanetir bibin daku, em bikaribin xizmeta yek xistina nav mala Kurd bikin.
