• Thursday, 05 February 2026
logo

Serok Barzanî Persenameyek Pêşkêşî Malbeta Mele Mistefa Mele Îsa Hililî Kir

Gulan Media February 27, 2012 Nûçe
Serok Barzanî Persenameyek Pêşkêşî Malbeta Mele Mistefa Mele Îsa Hililî Kir
Îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî persenameyek pêşkêşî malbeta kesayetiyê navdar yê Rojawayê Kurdistanê rehmetî Mele Mistefa mele Îsa Hililî kir ku, ev jî texta vê ye;

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Malbeta birêz ya rehmetî Mele Mistefa Mele Îsa Hililî silavên xwedê li ser we bin.

Mixabên nûçeya koçbar bûna keyasetiyê navdar yê Rojawayê Kurdistanê rehmetî Mele Mistefa Mele Îsa Hililî gehêşte me lewre bi vê minasebeta han perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî malbeta we ya birêz dikim û hevparê xemê we me.

Daxwaz ji xwedê mezin dikim ku, rehemtî bixe ber rehmeta xwe û bi ceneta berîn şa bike û sebir û sebûrî jî bide we.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî

27.2.2012
Top