• Thursday, 05 February 2026
logo

‘Li Rojavayê Kurdistanê rêjeya boykotê Pir e

Gulan Media February 27, 2012 Nûçe
‘Li Rojavayê Kurdistanê rêjeya boykotê Pir e
Çalakvan û nivîskarê Kurd Siyabend Îbrahîm derbarê boykota li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet jî derbarê Qamişloyê de diyar kir ku gel bi rêjeya sedî 99 referandumê boykot dike.

Partiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ji ber di destûra nû de ji bo Kurdan ti tiştekî nû tuneye, wê referandumê boykot bikin. Li ser vê yekê Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî referandumê boykot dikin.

Çalakvan û nivîskarê Kurd Siyabend Îbrahîm ji Rûdawê re got: “Îro li Rojavayê Kurdistanê cadeya Kurdî bûye sê parçe. Yek ji wan Kongreya Nîştîmanî ya Kurdî, Yekîtiya Hêzên Neteweyên Kurd û ya sêyemîn jî PYD ye. Mixabin hê jî hersê alî nebûne yek û her aliyek dibêje, ez nûnertiya tevayî gelê Kurd dikim. Heta niha biryarke Kurdan a ji hundir û derve nîne.”

Li bajarên Kurdan sedî 1 jî beşdarbûn nîne

Siyabend Îbrahîm derbarê beşdarbûna gel a ji bo referandumê jî got: “Ez bi xwe çûm du dibistanan û min bi çavê xwe de ti beşdarbûna referandumê nîne. Li bajarên Kurdan sedî 1 jî beşdarbûn nîne.”

Îbrahîm di berdewama axaftinên xwe de got: “Em wekî Kurd li dijî vê destûrê ne û ji ber ti guhertinek tê de çênebûye. Ji ber ti tiştek ji bo hevalên me yên Asûrî, Ermen û yên din di vê destûrê de nîne. Em li dijî vê destûrêne ku carek din Baasiyan li gor xwe dariştine.”

Çalakvanê Kurd diyar kir ku me ligel mizgefta Wehdê dest bi xwepêşandanekê kiriye. Niha ciwan kom dibin û xwepêşandan li dijî vê destûra kirêt û ya erebên şoven dest pê bike.

Gelek Ereb jî beşdar nabin...

Çalakvan û Nivîskarê Kurd Siyabend Îbrahîm di dawiya axaftinên xwe de got: “Dewlet dostên xwe, karmend û Baasiyên girêdayî xwe tênin ser sindoqan û dengê xwe bikartênin. Ev yek ne bi dilê gelek Baasiyan e jî. Herwiha gelek Ereb jî beşdar nabin. Di nava kesên bi zorê dibin deng bikartênin de Kurd nîne, lê Kurdên Baasî hene. Lê Kurdên serbixwe û yên bi hêzên şoreşê re li dijî vê destûrê ne.”

Rudaw
Top