• Thursday, 05 February 2026
logo

Li Kobanê bi xwepêşandanê referendum hate şermezarkirin

Gulan Media February 27, 2012 Nûçe
Li Kobanê bi xwepêşandanê referendum hate şermezarkirin
Gelê kurd li bajarê Kobanê bakurê Sûriyeyê, bi pêşengiya Hemahengiya Elind-Kobanê xwepêşandanek li dar xistin û referenduma destûra nû protesto kirin.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de banga boykotkirina referenduma destûra nû ya Hikûmeta Sûriyeyê kir.

Li ser bangewaziya ENKS ku Hemahengiya Elind-Kobanê jî beşek jê ye li meydana Aştî li bajarê Kobanê, duhî Hemahengiya Elind-Kobanê xwepêşandanek rêk xist.

Endamê sekreteriya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mistefa Îsmaîl ji AKnewsê re li ser vê xwepêşandanê got:

“Armanca xwepêşandanê boykotkirina referenduma li ser destûra nû bû, min bi navê ENKSê gotinek li ser beşdarên xwepêşandanê pêşkêş kir ê tê de sedemên boykotkirina me ji referenduma destûrê re diyar kirin.”

Îsmaîl her wiha got ku di xwepêşandanê de gotina Hemahengiya Elind-Kobanê ji aliyê çalakê kurd Welat Bekir ve hate xwendin.

Li Sûriyê, 14.6 milyon kes dikarîn di referendumê de deng bidin. Kurd û aliyên neyar ên rejîmê, destûra nû komîk û kêm dibînin û ji ber vê, referandumê baykot kirin.

Li gorî destûra nû ya Sûriyê, heyama serokdewletiyê, 7 sal e û her serokdewletek dikare 2 caran bibe serokdewlet. Li gorî destûra nû, Beşar el-Esed dê heta 2014ê di cihê xwe de bimîne û piştre di hilbijartinên serokdewletiyê de beşdar bibe.

Di destûra nû ya el-Esed de, sîstema pirpartî tê pênasekirin û partiya desthilatdar, Baas, êdî wek partiyeke hertim lîder nayê binavkirin.

Destûra berê ya Sûriyê, sala 1973ê hatiye dariştin û tê de partiya Baas, birêveberê Sûriyê tê binavkirin.

Tê zanîn, Beşar el-Esed, kurê Hafiz el-Esed, piştî bavê wî mir, sala 2000ê bû serokdewlet û heta niha jî di cihê xwe de ye.

Hêjayî gotinê ye, li Sûriyê, ji destpêka xwepêşandanên dijî rejîma Şamê ve heta niha, zêdetirî 8 hezar kes hatine kuştin.

AKnews
Top