Nûnerekî Kurd: Eger Budceya Iraqê li Cihê Xwe Were Xerckirin Asta Aboriya Xelkê Bilind Dibe
Mehmûd Osman derbarê huratiyên pirojeya yasaya bûdcede bo ajans û Radio Peyamnêr ragihand: di pirojeya yasayê budceye de, asayîye kû hemû alî ne razî bin, lê piraniya xelkê hatiye berçavkirin û piraniya wê ji bo berjewendiyên xelkêye, derbarê Herêma Kurdistanê jî piraniya xelkê dîsan hatiye berçav kirin û beşa bûdceyê 17 ji sedî weke xwe maye, hinek bûdceya serwerê hebû kû hatî kêmkirin, ew jî weke xwe lê hatiye, herweha mercê hinardina petrolê jî hatiye helgiritin.
Mehmûd Osman, weha got: Eger bûdce weke çawe hatiye danîn, her bi weha were xerc kirin, xizmetekî zor dighêje xelkê û asta rezamendiya xelkê jî bilindtir dike, herwe dibe sedema pêşveçûna civak û aboriya wê.
Osman tekez kir kû: dû tiştên girîng hene di vê pirojeya yasayê bûdce de heye; ya yekem, çavdêriya temamiya çaweniya xerckirina wê ew jî divê ji aliyê encûmenê nûneran ve were encamdan, ya dûyem jî, divê bi temamî pêşiyê li gendelîyê were girtin, çûnke piraniya vê bûdceyê hatiya peyda kirin, lê gendelî hebe nahêlê li cihê xwe yê hatî diyarkirin were xerckirin.
Dr. Osman weha eşkere kir kû: bûdceya pêkanîna madeya 140 hatiye zêde kirin û bûdceya Pêşmergeyan jî bi nivîskî, rêkeftin li ser dana sulfa heta wê dema kû bibe yasayî hatiye kirin, kû berê bi şêweyî Nefeqat dihat danîn, lê pişter dê bibe yasayî.
Ew endamê encûmenê nûneran tekez li ser vê yekê kir kû, ew tiştên din jî bi rêkeftinên siyasî têne pêkanîn, çûnke rêkeftinên siyasî li ser asata Iraqê, rolekî serekî heye.
