• Thursday, 05 February 2026
logo

Qubad Talebanî: Pirsa Kurd, pirseke siyasî-netewî ye

Gulan Media February 26, 2012 Nûçe
Qubad Talebanî: Pirsa Kurd, pirseke siyasî-netewî ye
Bi mebesta gotubêjkirina rewşa siyasî li herêma Rojhilata Navîn bi taybet welatê Tirkiyê û peywendiyên Kurd û welatên herêmê, roja pêncşemê Peymangeha Rojhilata Navîn û Civata Atlantîkê ya navenda lêkolînkirina siayseta stratêjîk ya Emrîka li Ewrûpayê û rojhilata Navîn semînarek ji aliyê Nûnerê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî û Pisporê siyasî û şarezayê rewşa siyasî ya Tirkiyê û Kurd, Dr. Hanrî Barkî li salona civînê ya Civata Waşînton D.C`ê ye birêve çû.

Di vê semînarê de hejmareke berçav ji kesayetî, siaysetvan, diplomat û akademîsyen jî amade bûn. Destpêkê,Nûnerê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebîn bal kişand ser dîroka peywendiyên Kurd û Tirkyê û ragîhand ku berê, têkiliyê Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê tenê liser mijar PKK ê bû, lê niha rewş hatiye guhertin û pirsgirêkên hevpar yên weke danûstandian bazirganî, geşedana aborî, parastin û ragirtina hevsengiya hêzê li herêm de dibe sedem ku pêdaçûneke nû ji mijaran bê kirin.

Nûnerê Herêma Kurdistanê li Emrîka diyarkir ku di nihave rayedarên Kurd bi awayeke hestiyar ji herikîna rûdanan dinêrin û xwe jî di pirsgirêkên hevpar de xwedî rol dibînin.

Qûbad Talebîanî li derbara pirsgirêka Kurd de dazanîn ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêkek siaysî- netewî ya girîng e lewra jî divê hemû alî girîngî bidnê û bi kurahî liser bihizirin û ser guhê xwe naavêjin, çimkî nabe ku gelê kurd ji ber pirsa netewî yan pirsa ayînî yan her arîşeyeke din liser guhê xwe bavêjin belkû pêwîste ji bo aramkirin û damezrandina demokrasiyê ji Kurdan sûd werbigrin û rol û kargêriya wan bibînin.

Nûnerê Hermêma Kurdistanê li Emrîka destnîşankir ku azmûna serkeftî ya Kurdan li Êraqê di dema borî bi pratîkî daye nîşandan ku Kurd dikarin roleke bibandor û şidyayî li ser herêmê de hebe, weke ku niha li Êraqê de bibandorin û wiha pêde çû: Divê azmûna Herêma krudistanê bibe mînakek zîndî ji bo wlatên herêmê û hewceye ku di serûbenda siyasî ya nû de ji vê sûdmend bin.

Piştî bidawîbûna gotara Talebanî, pispor û şarezayê rewşa siyasî ya Tirkiyê û Kurdan Dr. Hanrî Barkî bi dirêjî basa Tirkiyê û pirsgirêka Kurdan li vî welatî kir.

Barkî amaje bi pêkhateyên siyasî yên nav Tirkiyê û rewta nejadperestî û bandora vê ramanê kir ku çawa bi dirêjahiya dîrokê de bandoreke xirab liser peywendiyên siyasî û civakî di navbera kurd û Tirkan de kirîye û bûye sedem ku timî valatiyeke di nav her du aliyan de saz be û Tirkiye tûşî arîşeyên siyasî, aborî û navxeyî kirî ye.

Pisporê şareza li karûbarê Tirkiyê dazanîn ku pirsgirêka Tirkiyê tenê çend kesên ku liser sînor û li çiyayê Qendîlê de nîne, rehê pirsgirka Kurdan li Tirkiyê, bi dîrokê ve hatiye hûnandin û peywendiyeke mezin bi pirsa netewî, çandî ya gelê Kurd ve heye.
Top