• Friday, 06 February 2026
logo

Xelyûnî soza mafê Kurdan da

Gulan Media February 26, 2012 Nûçe
Xelyûnî soza mafê Kurdan da
Serokê Meclîsa Niştîmanî ya Sûriyê Burhan Xelyûnî cara yekê û di konferanseke mezin de û ku gelek dewletên mezin ên cîhanê tê de beşdar bûbûn

soza dayîna mafê Kurdên Rojava (Kurdên Sûriyê) da. Xelyûnî di axivitina xwe de bal kişand ser pirsgirêka Kurdên Rojava û got ku, ewê naskirinê bi nasnameya Kurdî bikin û mafê herîmî bidin gelê Kurd.

Xelyûn da diyarkirin nasnameya gelê Kurd dê bi awayekî netewî bê naskirin, dê rêzê ji mafê Kurdan bigirin weku hemwelatiyekî Sûriyê û dê rêvberiyeke herîmî ya gelê Kurd hebe.

Paşê Serokê Encûmanî Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Dr. Ebdulhekîm Beşar û Xelyûn ligel Hillary Clinton civiyan. Hêjayî gotinê ye, der barê daxuyaniyên Xelyûn de PYD'ê ragihand ku ew bi gumanin ji van axivtinan.

Lê aliyê din ên Kurdan destnîşan dikin her çende guman hebe jî, axivitina Xelyûn di Konferansa Tûnisê de gavek erênî ye, lê divê pêngavên berbiçav hebin.

Avestakurd
Top