• Thursday, 05 February 2026
logo

Li Edenê bendav teqiya: 10 karker di pêlên lehiyê de winda bûn

Gulan Media February 26, 2012 Nûçe
Li Edenê bendav teqiya: 10 karker di pêlên lehiyê de winda bûn
Li Tirkiyeyê bajarê Edenê bendava santrala hidroelektrîkê ya Gokdere teqiya û lehiya ava bendavê karker û makîneyên kar dan ber xwe û heta niha ji 10 karkeran agahî nehate girtin. Serdozgeriya Komarê ya navçeya Kozanê di heqê bûyerê de lêpirsîn vekir û rêveberê projeyê Erdal Nakas û şefê şantiyeyê Oncu Polat girtin binçavan.

Duh li navçeya Kozanê qepaxên bendava Gokdereyê teqiyan, ava bendê wek lehiyeke mezin karker û makineyên kar ku li pêş bûn dan ber xwe. Hate ragihandin ku heta niha ji 10 karkeran tu agahî nehate girtin. Waliyê Edeneyê Huseyin Avni Coş got: “Li ser geliyê bendavê 5 gund hene, hemû hatine hişyar kirin û herwiha pira navbera Aladag û Kozanê di bin avê de ma û li wê derê bergirî tên girtin.”

Qeymeqamê Kozanê jî diyar kir ku gelek ekîbên rizgarinê li herêmê dest bi xebatê kirine. Ji 10 karkerên ku winda bûne heta niha tu agahî nehate girtin û ji ber bilindbûna lehiyê jî xebatên rizgarkirinê bizehmetî dimeşin.

Li aliyê dîtir di heqê teqîna bendê de lêpirsîn hate vekirin. Li gorî ajansan, heftiyek beriya niha karkeran gotibû ku qepaxên bendê avê derbas dikin û li ber teqînê ne lê bergirî nehatibû girtin. Li ser van pêşketinan Dozgeriya Kozanê biryara birçavkirina birêvberê projeyê û şefê şantiyeyê da.

Rudaw
Top