• Thursday, 05 February 2026
logo

Referanduma li Sûriyê dest pê kir

Gulan Media February 26, 2012 Nûçe
Referanduma li Sûriyê dest pê kir
Partiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê biryar girtin ku referanduma destûrê ya Sûriyê boykot bikin. Gelê Rojavayê Kurdistanê jî li gor vê biryarê tevdigere û beşdar nabin. Mamostayê zanîngehê Azad Elî ji Rûdawê re got: “Referandum sar dest pê kir û bawer nakim ku ti kes beşdar bibin.”

Îro li Sûriyê dengdana li ser referanduma destûrê ye. Partiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê jî berî niha diyar kirin ku wê wekî aliyê Kurd referandumê boykot bikin û ji ber di wê destûrê de ti tiştek ji bo Kurdan nîne.

Mamostayê Zanîngehê Azad Elî derbarê referanduma îro ya li Sûriyê de agahiyên zêdetir da Rûdawê û got: “Ji ber di referandumê de ti tiştekî ji bo Kurdan nîne, Kurd beşdar nabin. Tevî ku hê beşdarbûna ji bo referandumê dest pê nekiriye, lê bi baweriya min wê gelek kêm beşdarbûn çêbibe û ti kes naçe. Weke biryar kes naçe û beşdarî referandumê nabe.”

Mamosta Azad Elî ji Dêrezurê ji Rûdawê re diyar kir ku niha bi giştî rewşa Sûriyê ne başe, bi rêyên aştiyane ti tiştek çênabe û wiha pêdeçû: “Tevî ku hê referandumê baş dest pê nekiriye, lê kes bi dilxweşî beşdar nabe. Eger beşdarbûn çêbibe jî wê xwendekar û karmend beşdar bibin. Referandum ji despêkê ve sar dest pê kir.”

Li ser pirsa gelo ‘dewlet bi zorê kesê dibe ser sindoqan jî’ mamosta Azad got: “Niha ji ber nû dest pê kiriye, rewşek wisan nîne ku dewlet mirovan bi zorê bibin ser sindoqan.”

Ajansa SANA ya dewletê jî diyar kir ku referanduma li Sûriyê saet 07.00’ê sibehê dest pê kir û li seranserî Sûriyê 141 hezar û 85 navendên dengdanê hatine vekirin. Ev dengdan wê heta 19.00’an berdewam bike. Ger berdaşrbûnekî zêde hebe jî, wê navendên dengdanê heta 22.00’ê berdewam bike.

Rûdaw
Top