• Friday, 06 February 2026
logo

Sedir: Nûrî Malikî bi Dektator Wesif Kir

Gulan Media February 26, 2012 Nûçe
Sedir: Nûrî Malikî bi Dektator Wesif Kir
Yek ji rêberên Mezheba Şî`a Muqteda Sedir, , serok wezîrên Iraqê bi Dektator wesif kir û got kû ew dixwaze hemû destkeftiyên hukûmetê bo xwe bigre.

Îro di beyanameyekî de, Sedir ragihand: Dektatorê Hukûmetê hewil dide, tevahiya destkeftiyên heyîn bo xwe bigre, eger nikaribe, hewil dide, kû destkeftiyên ewên din (Wezîran) vala bike, astengiyan ji wan re derbixe û ji wan re pêşgir be.

Di vê bareyê de, nûnerê pêkhateya Ehrar kû girêdayî rêbertiya Sedire û ji koma 325 nûneran di encûmena Iraqê de xwediyê 40 nûneran e, Cewad Hesnawî li daxûyaniyeke xwe de bo Frans Press ragihand: Mebest ji gotinên Muqteda Sedir, bo serok wezîrê Iraqêye kû Nûrî Malikîye, ew gotin bo wî mebestdar bû.

Weha jî got kû, dektatoriyet di pêkhateya hukûmeta berê de hebû û heta weke niha jî berdewame.
Berpirsekî ji nivîsîngeha Sedir li Necefê bo Frans Press ev ragihand kû: Mebest jê zîrveya hukûmeta Iraqê ye ne tevahiya Hukûmetê.
Top