• Thursday, 05 February 2026
logo

Hat nûkirin. 109 kes duhî li Sûriyeyê , hatine kuştin

Gulan Media February 26, 2012 Nûçe
Hat nûkirin. 109 kes duhî li Sûriyeyê ,  hatine kuştin
Tora Sûrî bo Mafê Mirovan ragihand ku duhî 109 kes bi bombebaranê û bi guleyên hêzên ewlekariya Sûriya hatine kuştin.

Tora Sûrî bo Mafê Mirovan belav kir ku duhî, 109 kesên din li çend navçeyên Sûriya hatine kuştin, piraniya wan li bajarê Himisê û Hemayê ne.

Çavkaniyê amaje pê kir ku li bajarê Himisê 44 kes, li Hemayê 22, li Deraa 17 kes, li Îdlibê 14 û li Helebê jî 12 kes hatine kuştin ne ku di nav de 8 zarok û 3 jin hene.

Li parêzgeha Îdlibê jî êriş û gulebarana artêş û alîgirên rejîma el-Esed bi ser navçe û şaregundan de berdewam e û li gundê Efis 8 kes bi gulebaranê hatin kuştin û çendîn mal hatin şewtandin.

Çalakvanên Sûriya amajeyê pê dikin ku rewşa bajarê Himsê gelek xirab e û derman û xwarin gelek kêm bûye.

AKnews
Top