Hat nûkirin. 109 kes duhî li Sûriyeyê , hatine kuştin
Tora Sûrî bo Mafê Mirovan belav kir ku duhî, 109 kesên din li çend navçeyên Sûriya hatine kuştin, piraniya wan li bajarê Himisê û Hemayê ne.
Çavkaniyê amaje pê kir ku li bajarê Himisê 44 kes, li Hemayê 22, li Deraa 17 kes, li Îdlibê 14 û li Helebê jî 12 kes hatine kuştin ne ku di nav de 8 zarok û 3 jin hene.
Li parêzgeha Îdlibê jî êriş û gulebarana artêş û alîgirên rejîma el-Esed bi ser navçe û şaregundan de berdewam e û li gundê Efis 8 kes bi gulebaranê hatin kuştin û çendîn mal hatin şewtandin.
Çalakvanên Sûriya amajeyê pê dikin ku rewşa bajarê Himsê gelek xirab e û derman û xwarin gelek kêm bûye.
AKnews
