Li Hisiçayê alîgirên el-Esed kurdek kuşt
Hevgirtina Hemahengiyên Ciwanên Kurd li Sûriyê li ser rûpela xwe ya tora Facebookê belav kirine ku duhî, li bajarê Hisiçayê dema komek ciwanan xwestin peykerê el-Esed bişkînin, hêzên ewlehiyê bi guleyan êriş bire ser wan û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest da.
Çavkaniyê navê wan kesan jî ragihand ku ew ev in: Ebdelah Zahêr, Ebdilrehman el-Zamin û ciwanê kurd Beşar Lezgîn Yûsiv.
Herwiha hevgirtinê diyar kir ku ew êriş duhî di saet 11:45ê şevê de pêk hatiye û hejmarek biîndar jî li pey xwe hiştine
Ji aliyekî dî ve Tora Sûrî bo Mafê Mirovan ragihand ku duhî 109 kes bi bombebaranê û bi guleyên hêzên ewlekariya Sûriya li sertaserî Sûriyeyê hatine kuştin.
AKnews
