Romanya Ofîsa balyozxaneya li Herêmê biawayekî fermî bi karxist
Yogin şabuna xwe nîşa da û ragihand ew hîvî dike bikare digel fermangeha peywendî yên ya Hikumeta Herêma Kurdistanê asta peywendî yên navbera herdu welata de di tev bîyavan de xûrt bike.
Herweha got:niha hin kompanî yên Romanya livir hene , lê ofîsa me wê hewl bide kompanî û veberhênerên Romanî bêtir jibo kurdistanê han bide û alîkarî ya jibo bike û herdu alî di warên aburî û bazirganî û avedankirinê mifa wergirin.
Ji alî yê xwe ve Fealh Mistefa berpirsê peywendî yên derve ev gava welatê Romanya bi giring dazanîn û karê birêz Yogin jî pîroz kir û hîvîya serketinê jî jiboy xwest û hevkarî ya Hikumeta Herêma Kurdistanî jî bo dîyar kir.
Herwisa rewşa sîyasî li Iraqê û herêma kurdistanê bi giştî û derfetên kar di çendîn waran de ku li kurdistanê hene baskirin.
