• Friday, 06 February 2026
logo

Romanya Ofîsa balyozxaneya li Herêmê biawayekî fermî bi karxist

Gulan Media February 26, 2012 Nûçe
Romanya Ofîsa balyozxaneya li Herêmê biawayekî fermî bi karxist
duh, 25- 2- 2012,welatê Romanya weka gava pêşîn ofîsa balyozxaneya xwe li Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî bi kar xist û jibo vê meremê birêz Yogin Sîlîno di hevdîtinekê de digel Felah Mistefa berpirsê peywendî yên derve yên Hikumeta Herêma Kurdistanê, dest bikarbuna xwe wek berpirsê ofîsa balyozxaneya Romanya li Herêmê ragihand û got :di demek nêz de bi awayekî fermî Romanya kunsilgerya xwe jî li Herêmê ve bike.

Yogin şabuna xwe nîşa da û ragihand ew hîvî dike bikare digel fermangeha peywendî yên ya Hikumeta Herêma Kurdistanê asta peywendî yên navbera herdu welata de di tev bîyavan de xûrt bike.

Herweha got:niha hin kompanî yên Romanya livir hene , lê ofîsa me wê hewl bide kompanî û veberhênerên Romanî bêtir jibo kurdistanê han bide û alîkarî ya jibo bike û herdu alî di warên aburî û bazirganî û avedankirinê mifa wergirin.
Ji alî yê xwe ve Fealh Mistefa berpirsê peywendî yên derve ev gava welatê Romanya bi giring dazanîn û karê birêz Yogin jî pîroz kir û hîvîya serketinê jî jiboy xwest û hevkarî ya Hikumeta Herêma Kurdistanî jî bo dîyar kir.

Herwisa rewşa sîyasî li Iraqê û herêma kurdistanê bi giştî û derfetên kar di çendîn waran de ku li kurdistanê hene baskirin.
Top