• Friday, 06 February 2026
logo

YÎK: Em hêvîdarin gavên praktîk pey gotara Nêçîrvan Barzanî re hebin

Gulan Media February 25, 2012 Nûçe
YÎK: Em hêvîdarin gavên praktîk pey gotara Nêçîrvan Barzanî re hebin
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK) di yekemîn karvedana fermî de li hember gotara Serokwezîrê çaverêkirî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragihand ku gotar erênî û gaveke baş e.

Nêçîrvan Barzanî di gotarekê de bi navê “paşeroja têkiliyên Partî û Yekgirtû” ku di hejmara îro ya rojnameya “Hewlêr” de hatiye belavkirin dibêje, “Baweriya min a temam heye ku zû yan jî dereng têkiliyên navbera PDKê û YÎKê dê vegerin rewşa xwe ya asayî, lewra pêdiviye her çi zû em vê rewşa aloz a niha bi cih bihêlin.”

Barzanî her wiha dibêje, “Bûyerên Zaxo û Duhokê tiştek wiha nînin ku bikaribin her du aliyan ji hev qut bikin, ji ber em her du alî wek hizb û aliyên din di çarçoveya yasa de kar dikin, jibilî wê jî gelek armancên hevpar me digihînin hev.”

Li hember de Peyvdarê YÎKê Selahedîn Babekir di malpera fermî ya partiya xwe de daxuyaniyek belav kir û tê de got, “Em gotarê erênî dinirxînin û wek gaveke girîng didin zanîn.”

Di daxuyaniyê de wiha hatiye, “Em wek YÎKê gotara Nêçîrvan Barzanî bi erênî dinirxînin û wek gaveke guncayî dizanin bi arasteyê çareserkirina pirsgirêkan û em hêvîdarin gavên praktîk pey re hebin.”

Cîgirê Serokê PDKê di gotara xwe de nivîsandiye ku YÎKê û PDKê hevxebatê hev bûn û şewitandina avahiyên YÎKê wek neyasayî û nedrust da zanîn û êrişa bo ser milk û malê welatiyan jî wek nerewa da zanîn.

Di heman gotarê de hatiye, “Em amade ne têkiliyên dostane û hevpeymanî digel YÎKê pêşve bibin û mil bi milê aliyên niştimanperwer ên din xizmeta avedanî û pêşxistina welatê xwe bikin.”

Barzanî got jî, “Guhartinên navçeyê di berjewendiya netewa kurd de qonax derbas kirine, lewra gelê kurd niha ji hemû demekê bêtir li benda yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ye.”

AKnews
Top