Li Sûriya îro, 75 kes hatine kuştin
Komîteyên Hemahengiyê li ser rûpela xwe ya li ser malpera Facebookê belav kirine ku duhî, 75 kesên din li çend navçeyên Sûriya hatine kuştin, piraniya wan li bajarê Himisê û Hemayê ne.
Çavkaniyê amaje pê kir ku piraniya kuştiyan li bajarê Himisê û Hemayê ne ku di nav de 8 zarok û 3 jin hene.
Li parêzgeha Îdlibê jî êriş û gulebarana artêş û alîgirên rejîma el-Esed bi ser şaregundê Seraibê de berdewam e.
Ji bal xwe ve, Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriya ragihand ku duhî li taxên bajarê Şamê û navçeyên derdora wê kampanyayeke girtin û desteserkirinê hebû.
Çalakvanên Sûriya amajeyê pê dikin ku rewşa bajarê Himsê gelek xirab e û derman û xwarin gelek kêm bûye.
AKnews
