Hikûmeta Kurdistanê 5 Kopter Bo Çawdêriya Hatuçûyê Kiriye
Li gorî peymanekî ku, bi kompaniyeke Nemsawî re hatiye îmzekirin biryare di demeke nêz de her 5 kopter pêşkêşî Hikûmeta Kurdistanê werin kirin.
Hikûmeta Kurdistanê jî ji bo bikar anîna wan kopteran plan û bernameyek amade kiriye û li gorî vê bernameya han biryare yek ji wan kopteran li Bajarê Dihukê û ji bo her yek ji Hewlêr û Silimaniyeyê jî dû kopter tên amadekirin.
Hevdem bi mebesta bikar anîna wan kopteran jî hijmareke Ciwanên Kurd li Balefirxaneya Hewlêrê dest bi perwerdehiya ajotina wan kopteran kiriye û di demke nê de jî perwerdehiya wan jî bi dawî dibe.
