• Thursday, 05 February 2026
logo

Eyad Elawî: Dibe Kêşeya Haşimî Li Gorî Pêşniyara Serok Barzanî Çareser Bibe

Gulan Media February 25, 2012 Nûçe
Eyad Elawî: Dibe Kêşeya Haşimî Li Gorî Pêşniyara Serok Barzanî Çareser Bibe
Duh serokê lîsteya Îraqiye Dr. Eyad Elawî ragihand ku, pêwîste kêşeya Cîgirê Serokkomarê Îraqê Tariq Haşimî li gorî pêşniyara Serok Barzanî were çareserkirin.

Elawî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, Serokkomarê Îraqê jî ev pêşniyara han qebûl kiriye û em jî weke lîsteya Îraqiye bi her awayî piştgîriya vê pêşniyara Serok Barzanî dikin û lewre daxwaz ji aliyên siyasî yên Îraqê bi taybetî her sê Serokatiyên Îraqê ( Komar, Parlemen, Wezîran) dikin daku, li gorî pêşniyara han kêşeya Haşimî bi danûstandinên siyasî çareser bikin.

Weke tê zanîn pêştir Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşniyar kiribû ku, bo çareser kirina kêşeya Tarêq Haşimî her sê Serokatiyên Îraqê ( Parlemen, Wezîran, Komar) bi danûstandin û civînên bi aliyên siyasî re hewl ji bo çareser kirina kêşeya Haşimî bidin.
Top