Dîwana Serokatiya Kurdistanê Teqînên Îraqê Şermezar Kir
Di beşeke ji vê daxuyaniya han de hatiye ku, ev êrîşên han bûne sedema goman û tirsan û herwiha bûne sedema zererên gelek mezin yên canî û madî lewre em weke Serokatiya Kurdistanê li hember ev teqînên han gelek bi fikarin.
Di beşeke din ji vê daxuyaniya han de hatiye ku, jihev fêm nekirina aliyên siyasî yên Îraqê, dûr bûna wan ji çanda diyalog û danûstandinê û herwiha dûr bûna aliyên siyasî ji wan prensîbên ku, prosesa siyasiya Îraqê li ser esasê wan hatiye damezrandina bûye sedema çê bûna boşatiyeke emnî û ewlekarî û aliyên Terorîst jî ev boşatiya han bi awayekî baş li gorî berejwendiyên xwe bikar tînin.
Di dawiya daxuyaniya Dîwana Serokatiya Kurdistanê de jibilî mehkûm û şermezar kirina teqînên han hevdem perse û serxweşiyên Kurdistanê ji pêşkêşî kesûkarên qurbaniyan hatine kirin û amade bûna Hikûmeta Kurdistanê jî ji bo pêşkêş kirina her cure hevkariyek di warê tendirostî de hatiye diyarkirin.
