Eger heye hêzên Pêşmerge biçin Germiayn
Duhî li bajaroka Celewla ya devera Germiyan ji 10 kiryarên terorîstî zêdetir hatin kirin di encam de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Li ser wan pêşhatan cîgirê wezîrê pêşmerge yê Kurdistanê Enwer Osman ji AKnewsê re ragihand, “Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêmê pêngavên xwe digel berjewendiyên bilind ên Neteweya Kurd encam dide û biryarên serkirdayetiya siyasî ya kurdî cîbicî dike”.
Osman ronî kir, “Niha dem hatiye hêzên pêşmerge yên din bo wan deverên Kurdnişîn bihêne şandin taku bi bê cudahî hemû xelkê wan deveran biparêzin”.
Cîgirê wezîrê pêşmerge bal kişand ser wê yekê jî ku merem ji şandina hêzên pêşmerge bo wan deveran, nehiştina tirs û xembariya xelkê wan deveran ne.
Navhatî got, “Herçend e biryar nehatiye dayîn hêzên pêşmerge ji bo deverên Geryan ên Kurdnişîn bihêne şandin lê ez pêşniyar dikim di vê demê de hêzên pêşmerge bi armanca cîgirbûnê ji bo wan deveran bihêne şandin”.
