• Friday, 06 February 2026
logo

17 hezar kes dê îsal li herêmê bêne damezrandin

Gulan Media February 24, 2012 Nûçe
17 hezar kes dê îsal li herêmê bêne damezrandin
Hat zanîn, 100 hezar pileyên damezandinê di nav budceya sala 2012an a Iraqê de hatine peydakirin û ji wan 17 hezar para Herêma Kurdistanê ye.

Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Necîbe Necîb di vê derbarê de ji AKnewsê re ragihand ku di gotûbêjên li ser projeyasaya budceyê de, biryar hate dayîn ku 100 hezar pileyên damezrandinê li seranserê Iraqê bêne peydakirin.

Necîb aşkere kir ku li gorî wê biryarê, ji koma wan 100 hezar pileyan dê 17 hezar ji bo Herêma Kurdistanê be.

Parlamentoya Iraqê budceya giştî ya sala 2012an ku bi qasî 100 milyar û 500 milyon dolarê amerîkî ye pesend kir.

Para Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê 17% ye.

Di budceya îsal a Iraqê de, buhayê bermîla petrolê bi 85 dolaran hatiye diyarkirin û her wiha divê hikûmet her roj 2 milyon û 600 hezar bermîl petrol henarde bike.
Top