Kerkûk: Vê sibê du teqînan bajar hejand
Jêderekê ji polîsê parêzgeha Kerkûkê ji Xendanê re ragehand ku, îro serê sibê demjimêr 8:10 xulekan otombêla yekem li nêzîkî mizgefta Hac Sebriyeyê li navçeya rêya Bexdadê bi polîsên hatûçûnê de teqandin, li gor encamên destpêkê 11 polîs û sivîlek birîndar bûn .
Her weha jêderê diyar kir ku otombêla duyem piştî teqîna yekem bi 10 xulekan li bazara Tisînê teqiya di encamê de 3 polîs û 3 sivîl hatin birîndarkirin.
