Sûriyê: 4 leşkerên revî radestî me bikin emê her 2 pêşmerge serbest berdin
Rêjîma Esed red dike ku her du pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ku li ser sînor hatîn girtin berde. Di rastiyê de berî mehekê van her du pêşmergeyan bi şaşitî sînorê Sûriyê derbas kiribûn û ji aliyê leşkerên rêjîmê ve hatibûn girtin. Lê heta niha rêjîma Sûriyê qebûl nake wan serbest berde.
Sûriyê bedelê azadkirina wan pêşmergeyan 4 leşkerên ji nava refên artêşa rêjîmê revîn dixwaze. Der barê vê mijarê de Cîgirê Wezîrê Pêşmrgeyên Herêma Kurdistanê Enwer Hacî Osman daxuyaniyek da û got ku, 4 leşkerên Sûriyê ji nava artêşa Sûriyê revîbûn û xwe radestî Hikûmeta Îraqê kirine.
Hikûmeta Sûriyê beramber serbest berdana her 2 pêşmergeyan daxwaza wan 4 leşkeran dike. Osman her wiha da diyarkirin ku heta niha hemû hewldanên wan bê encam mane.
Avestakurd
