Tirkiye 100 balefirên şer dikire
Parlamenterê MHP’ê Îsmet Buyukataman, derbarê projeya Tirkiyeyê ku dixwaze 100 balefirên nû bikire de, pirs arasteyê wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê kirin. Wezîr Yilmaz di bersiva xwe de got: “DYAyê ji wan re gotiye ku plankiriye 2 hezar û 443 balefirên F-35 çêbike û li ser vê biryar dane ku ji wan balefiran 100 heb bikirin.”
Yilmaz got heta niha 315 milyon dolar dane û personelên tirk jî dê beşdarî hin pêvajoyên çêkirina balefiran bibin û ji bo vê mesrefeke din jî tê kirin. Wezîrê parastinê Îsmet Yilmaz got: “Ji bo tevahiya projeyê 16 milyar dolar mesref dê bê kirin û proje heta 2015’an bidome.”
Rudaw
