• Friday, 06 February 2026
logo

Îro dê deng li ser budceya Iraqê bê dayîn

Gulan Media February 23, 2012 Nûçe
Îro dê deng li ser budceya Iraqê bê dayîn
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand ku îro dê deng li ser projeyasaya budceya giştî ya Iraqê ya sala 2012an bê dayîn.

Arif Teyfûr ji AKnewsê re daxuyand ku duhî raporta dawî ya projeyasaya budceyê gihişte ber destê parlamenteran û qonaxên karkirina li ser projeyasayê bi dawî hatin.

Teyfûr ronî kir ku biryar e, îro, di rûniştineke asayî de projeyasaya budceya giştî têkeve dengdanê û bête pesendkirin.

Teyfûr amaje kir ku heta niha ti aliyekî nerazîbûna xwe li ser tevahiya budceyê bi taybet ê girêdayî bi kurdan ve, nîşan nedaye.

Li gorî raporta dawî, budceya giştî ya Iraqê ya sala 2012an, 117 trilyon dînarê iraqî ye û jê 12 trilyon û 600 milyar dînar para Herêma Kurdistanê ye.

AKnews
Top