Laşeyê Segivan Cemîl mamosta yê Zanîngeha Duhok ê li gurstana Şaxkê siparte axê
Temer Remezan parêzgerê Duhokê di peyvekê da serexweşî li serok û mamosta û qutabî û stafê zankoya Duhok û binemal û kes û karên rehmetî kir û got: ''xelkê parêzgehê hemû ji destdana mamosta Segivanî zerermendibûn ji bilî ku mamosta Segivan kadirekê ekadîmî û jibnemaleka kurdperwer bû''.
Ji aliyê xwe ve, Ebdulxaliq Babîrî berpirsê liqê yekê partî diyarkir ku mamosta Segivan Cemîl ji binemaleka kurdperwer û kadirekê partî yê xwedan şiyan bû û dişiya cemawerî û qutabiyan li ser hesta neteweyî û nîştmanî pêbigehînît û ji destdana wî ziyaneka mezine bo partî û zankoya Duhokê û xelkê parêzgehê.
Rojnama Evro
