Îranê ji berî Îsraîl biryara xwe da: Emê lêxin
Cîgirê Fermandarê Giştî yê Îranê Mihemed Hîcazî aşkere kir ku dê berî neyarên xwe bikevin tevgerê û li neyarên xwe bixin.
Li gor ajansa nûçeyên Farsê, Hîcazî der barê stratêjiya xwe de got "Stratêjiya me ev e; ger me pêjn kir ku dê neyarên me berjewendiyên me yên neteweyî bike nava metirsiyê (xeterê), emê li benda wan nemînin bikevin tevgerê, emê yekser li wan bixin."
Hîcazî her wiha aşkere kir ku, ji bo parastina berjewendiyên xwe ên neteweyî dê hemû rêkan bi kar bînin. Hêjayî gotinê ye, ev demeke dewleta Îsraîl çekên li dijî moşekan (Fûze) li ser sînorê xwe bi cîh dike.
