Yemen Serokekê Nû Destnîşan Dike
Dengdana Sêşemê li gorî rêkeftinekê ye jibo danana Cîgirê Serokê Yemenî Abid Rebbû Mensûr Hadî li cihê Serok Salih. Amerîka û welatên Kendavê piştgîrîya wê rêkeftinê dikin.
Bitenê Cîgirê Serokê Yemenî Mensûr Hadî kandîdê hilbijartina roja Sêşemê bû, li gor rêkeftineka partîya desthilatdara birêz Salih û opozisyonê.
Salih dest ji serokatîyê berdide piştî 30 salên desthilatê.
