• Thursday, 05 February 2026
logo

Canpolat: Beşar Esed bê heya ye

Gulan Media February 22, 2012 Nûçe
Canpolat: Beşar Esed bê heya ye
Serkirdeyê Lubnanî û serokê partiya Sosyalîst ya Lubnanê Welîd Canpolat bi tundî êrişî serokê deselata Sûriyê Beşar Esed kir û ragehand ku: Stalîn, Çawçîsko û Sedam ji serokêSûriyê bi heyatir bûn.

Duh, Welîd Canpolat berpirsê tayfeya Duruzên Lubnanê di daxuyaniyekê de li barê referandoma ku deselat dixwaze bike de got ku ew “dahûnandî” ye û weha berdewam kir: “Referandoma li ser destûra nû ya Sûriyê dahûnanake nû ye.”

Canpolat da zanîn ku ew referandom di demkeê de ye ku bihna term û dûyê top tozê avahiyaên hilweşandî ji bajarê Humisê û hin bajarên din tê, her weha dengê gule, top û bordumanê jî tê.

Li aliyekî din jî, Canpolat da zanîn ku rêjîmên tundrew weku Josef Stalîn, Nîkolay Çawçîsko û Sedam Hisên ta ku bigihe hakimên Ereb ku niha di deselatê de mane, hinekî bi heya û fedî bûn û rapirsî li ser gola xwînê ya gelê xwe bi rê ve nebirine.

Tê zanîn ku dawiya sala 2009`an û destpêka 2010`an, piştî ku li dijî deselata Sûriyê derket û ew ji Lubnanê derxist, Canpolat hewl da ku peywendiyên xwe bi Sûriyê re baş bike, lê piştî destpêkirina xwepêşandan û şoreşa gelên Sûriyê, dîsan dest bi rexneyan kir.

Xendan
Top