Zana: 30 sale kurd dixwazin bi aştî pirsgirêkên xwe çareser bikin
Leyla Zana ji AKnewsê re daxuand, “Rewşenbîrên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hertim piştgiriya doza neteweya xwe kirine û ev helwest jî bi tevahî di sedsala 20 û 21ê de deng daye.”
Zana kêfxweşiya xwe anî ser ziman ku niha li başûrê Kurdistanê ye û kurdên her çar parçe û bi taybet rewşenbîr kokin ji bo daxwazkirin û hewldan ji bo bidestxistina mafên miletê kurd.
Zana got jî, “Niha li bakur, başûr, rojhilat û rojava hemû gel azadiya miletê kurd dixwaze, ev ji bo min cihê kêfxweşiyê ye û ev roj dê di dîroka kurdan de zindî bimînin.”
Siyasetmedara kurd Leyla Zana axaftina xwe wiha domand, “Li bakur ev 30 sale em daxwaz dikin pirsgirêkên neteweyî bi aştî bêne çareserkirin, lê aliyê hember ti gavek neavêtiye û doza kurd li bakur eger çi hin pêşketin bi xwe ve dîtiye, lê gelek mijarên hestyar mane ku her di cihê xwe de ne, hêvîdarim pirsgirêk bi aştî û gotûbêjan bêne çareserkirin.”
Zana her wiha got, “Li dinyayê hemûyî, 2 pirsgirêkên sereke hene, ew jî pirsgirêka aboriya gelek welatên pêşketî û pirsgirêka Rojhilata Navîn ku bê çareserkirina doza kurdî, pirsgirêkên Rojhilata Navîn nayêne çareserkirin, divê yekîtiya kurdan li her çar parçeyan pêk were û li ser asteke navdewletî hewla çarserkirina pirsgirêkan bê dayîn.”
AKnews
