• Thursday, 05 February 2026
logo

Nunerê Yekîtiya Ewrûpayê Wezîra Karûbarên Civakî Ya Kurdistanê Xelat Kir

Gulan Media February 21, 2012 Nûçe
Nunerê Yekîtiya Ewrûpayê Wezîra Karûbarên Civakî Ya Kurdistanê Xelat Kir
Îro li Hewlêrê bi merasimeke fermî û bi beşdariya hijmareke Wezîrên Hikûmeta Kurdistanê û Parlementer û Berpirsên Îdarî, Nunerê YEê yê ji bo serweriya qanûnê xelatek pêşkêşî Wezîra Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Kurdistanê Xatû Asos Necîb kir.

Di destpêka vê merasima han de Nunerê YEê diyar kir ku, pêşkêş kirina vê xelata han jiber kar û çalakiyên Wezareta karûbarên civakiye ku, di nava dû salên derbasbûyî de cîhbicîh kiriye.

Piştî wergirtina vê xelata han Asos Necîb jî peyvek pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe diyar kir û ragihand ku, ev xelata han erkê min girantir û berpirsiyartiya min jî zêdetir dike.
Top