Li Hewlêrê Nexweşxaneyek Bi Navê Zanîngeha Enqereyê Tê Ve Kirin
Di hevdîtineke de ku, Hijmareke Rayedarên Parlementoyê û Nunerên Firakisyonên heyî yên li Parlementoyê de jî amade bûn, Konsulusê Tirkiyeyê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serokê Parlemento û Cigîr vî kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.
Di berdewamiya hevdîtina han de peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de û çawetiya bihêztir kirina peyvendiyên han di her warê de hate nîqaşkirin.
Di dirêjahiya vê hevdîtina han de Konsulusê Tirkiyeyê ev yek diyar kir ku, biryare Karsaz û Pîşesazên Tirk li Hewlêrê bi navê Zanîngeha Enqereyê Nexweşxaneyeke mezin li Hewlêrê awa bikin.
Di dawiya hevdîtina han de Serokê Parlementoya Kurdistanê jî kêfxweşiya xwe li hember vê biryara han diyar kir û tekez li ser bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de kir.
