• Thursday, 05 February 2026
logo

Altan Tan bi Tundî Bersiva Sivkatîkirina bi Mesûd Barzanî Da

Gulan Media February 21, 2012 Nûçe
Altan Tan bi Tundî Bersiva Sivkatîkirina bi Mesûd Barzanî Da
Di kombûneka asayîya parliyamenta Turkiyeyê de, parliyamenterekî ser bi partîya gel a komarî (CHP) bêrêzîyê bi serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike û li hember jî, parliyamenterekî Kurd ê ser bi partîya aştî û demokrasî (BDP) bi tundî bersiva wî dide û daxwaz dike ji ber sivkatîkirin bi serokê herêma Kurdistanê daxwaza lêbihorînê bike.

Di kombûna asayîya parliyamenta Turkiyeyê de, Ayton Çiray parliyamenterê ser bi partîya gel a komarî CHP ve li ser mijara şandina alîkarîyan bo kesûkarên qurbanîyên gundê Roboskî´yê dipeyve û di peyvîn axwe de bêrêzî û sivkatîyê bi serokê herêma Kurdistanê dike. Ayton Çiray weha dibêje: ´´ çawan dibe ku nûnerên Mesûd Barzanî bi navê alîkarîyê pare bi ser kesûkarên mirrîyên Roboskîyê de belav bikin û hûn jî çavpoşîyê lê bikin. Ew binpêkiirna serwerîya me ye, hûn jî bo serokê CHP astengan dirist dikin û hokarên bê wate bo ewê çendê dihînin, belê hûn bo serokê eşîretekê rê xweş dikin.´´

Piştî axavtina ewî parliyamenterî, Altan Tan parliyamenterê ser bi partîya aştî û demokrasî BDP ve daxwaza axavtinê ji desteya serokatîya parliyamenta Turkiyeyê dixwaze û ji bo bersiva ewî parliyamenterî yê ser bi CHP ve dipeyve. Altan Tan di axavtina xwe de weha dibêje: ´´ez bo bersiva endamê CHP hatime ku sivkatî bi serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir, belê pêş ewê tiştê, dixwazim partîya dad û geşepêdan AKP şermizar bikim. Dizanim ew dibêjin ku çi peywendî bi me ve heye, belê ez dibêjim gerek we bersiva ewan gotinan bidaba.´´

Dema ku Altan Tan dipeyvî, parliyamenterkî xwast axavtinên wî bibire û jê re got: ´´ te hîç karek nîne ku bergirîyê ji Mesûd Barzanî dikî? ´´ Tan jî bi galte jê re dibêje: ´´ belê Mesûd Barzanî kurmam(amoza)ê mine û bergirîkirin li wî erkê ser milê mine û ewê ku pê nerihet dibe, bila rabe ser xwe.´´

Tan herwisa di berdewamîya axavtinên xwe de radigihîne: ´´ li wir li gor dîplomasî û mafê navdewletî û di çarçêweya mafê dewleta dust û birayê me de, pêywîste li ser her kesekê ku şêwazeka dirist li beramber wan bi akr bihîne, ewên ku hûn sivkatîyê pê dikin û jê re dibêjin serok eşîret, di nav Kurd de pêgeha xwe ye. Her hevwelatîyeke Turkiyeyî yê xwudan şeref, gerek ew qiseyên han bibe birînek li ser dilê wî. Ew peyvên wisa ti sûdek bo ti alîyekê nînin û bi kar anîna ewê şêwazê hele (nerast) ye.´´

Herwiha evî parliyamenterî yê ser bi BDP ve di dirêjîya axavtinên xwe de basa dîroka Turkiyeyê û çawanîya mezinbûna desthilatdarîya Împeratorîya Osmanî kir û got: ´´komara Turkiyeyê mîratgirê împeratorîya Osmanî ye û Osman beg jî serokê eşîretekê bû û bûna bi serok eşîret, tiştek nîne ku mirov şermê lê bike û xwezî ew edeb û nerîna ku serokê eşîretê heye û xwudanê wê ye, hindek birader û hevalên li wir jî hebnaa û xwudanê wê bana.´´ Tan piştî hingê bang li hemûyan kir û got: ´´ hûn neçarin ewê şêwazê biguherin.´´

Altan Tan herwisa got: ´´ez tênagihîjim ew dujminatî û nefreta we li hember Kurd ji kîderê ve dihê û jêdera wê çî ye? Li Ewropa hemû, du miliyon Albanyayî hene ku du dewletên serbixwe hene li Albanya û Kosovo û herwis ali Makedonya jî nîwê hukûmetê di destê wan de ye, Çêçên û Nexcewan jî dewleta xwe hene. Di evê cîhanê de tenê miletê Kurd ê bêparkirî û zulmlêkirî di bin evê esmanê de herêmek bi dest ve anîne, hûn bo çî hinde çav tengin? Ew nefret û dujminatîye bo çî? Hûn bi ewê nefretê çawan dixwazin Turkiyeyê bi rê ve bibin?´´
Tan piştî hingê got: ´´ ez bi aşkirayî dibêjim ew peyvên wisa hele ne û daxwaz ji ewî hevalî dikim bihê wir û ji peyv û qiseyên xwe poşman bibe û daxwaza lêbihorînê bike.´´
Top