Serokê Kurdistanê Persenameyek Pêşkêşî Malbeta Rehmetî Hesîb Salih Kir
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Malbeta birêz ya Rehmetî Hesîb Salih
Silavên xwedê li we bin
Mêxabin nûçeya koçbar bûna kesayetiyê navdar yê Bajarê Kerkûkê xwedê jê razî Hesîb Salih gehêşte me lewre ez perse û hevxemiya xwe pêşkêşî we dikim.
Daxwaz ji xwedê mezin jî dikim ku, rehmetî bi ceneta xwe şa bike û sebir û sebûrî jî bide tevahiya we û ev xema we ya dawî be.
Serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî
20.2.2012
