• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokê Kurdistanê Persenameyek Pêşkêşî Malbeta Rehmetî Hesîb Salih Kir

Gulan Media February 21, 2012 Nûçe
Serokê Kurdistanê Persenameyek Pêşkêşî Malbeta Rehmetî Hesîb Salih Kir
Duh Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi minasebeta koçbar bûna Kesayetiyê navdar yê Bajarê Kerkûkê Rehmetî Hesîb Salih persenameyek pêşkêşî malbeta vî kir ku, ev jî teksta vê ye;

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Malbeta birêz ya Rehmetî Hesîb Salih

Silavên xwedê li we bin

Mêxabin nûçeya koçbar bûna kesayetiyê navdar yê Bajarê Kerkûkê xwedê jê razî Hesîb Salih gehêşte me lewre ez perse û hevxemiya xwe pêşkêşî we dikim.

Daxwaz ji xwedê mezin jî dikim ku, rehmetî bi ceneta xwe şa bike û sebir û sebûrî jî bide tevahiya we û ev xema we ya dawî be.

Serokê Kurdistanê

Mesûd Barzanî

20.2.2012
Top