• Thursday, 05 February 2026
logo

Konsolxaneya giştî ya Kuwêtê wê li Kurdistanê bê vekirin

Gulan Media February 20, 2012 Nûçe
Konsolxaneya giştî ya Kuwêtê wê li Kurdistanê bê vekirin
Duh 20/2, li Dubaî yê nûnerê bazirganiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û konsolê giştî yê Kuwêtê li hev civiyan û li ser rewşa ewlehiyê û ya aboriya Kurdistanê û hatina sermeyan û kompaniyên Kuwêtê bo Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Di beyannamekê de ku wêneyek ji Xendanê re hate rêkirin tê de hatiye ku îro li dewleta Îmaratê
nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya karûbarê bazirganiyê Şîlan Xanqa çavpêkeftinek digel konsolê giştî yê Kuwêtê Tariq Xalid Hemed li Dubaîyê kiriye û li barê seredana şandeke bazirganên Kuwêtî bo Herêma Kurdistanê kiriye.

Li gor beyannameyê ew berpirsê Kuwêtî xweşhaliya xwe ji aramiya Herêma Kurdistanê daye nîşan dan û gotiye: “Em bi niyazin ku di demeke nêzîk de konsolxaneya giştî ya Kuwêtê li Kurdistanê vekin”.

Her weha berpirsê Kuwêtî hêvî kir ku peywendiyên xwe berdewam bin heta hemahengiyek zêde drust bibe di navbera her du aliyan.

Xendan
Top