• Friday, 06 February 2026
logo

Ehmed Turk: 50 sal e bihara kurd dest pê kiriye

Gulan Media February 21, 2012 Nûçe
Ehmed Turk: 50 sal e bihara kurd dest pê kiriye
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmed Turk amaje pê da ku bihara kurd ji bêtirî 50 salî de dest pê kiriye.

Ehmed Turk di civîneke rojnamegeriyê de ragihand ku pêwîst e gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bigihe azadiya xwe û got, “Em ne dijminê ereb, tirk û farsan in, lê em daxwaza mafê gelê xwe dikin, em dixwazin biratiya gelan xurtir bibe.”

Turk derbarê bihara gelên ereb de jî got, “Niha ku bas li bihara gelê ereb tê kirin, pêwîst e bê zanîn ku bihara kurdan bo wergirtina mafê xwe ji berî zêdetirî 50 salî de dest pê kiriye.”

Herwiha Turk aşkere kir ku bi van guhartinên ku li Rojhilata Navîn rû didin kêfxweş in, “lewma divê ku rd jî xwe bo wan guhartinan xwe made bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku herdu hevserokên KCD Ehmed Turk û yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ê, di çarçoveya amadebûna di ahenga salveger û yada 66emîn ya damezrandina Komara Mehebadê de, digel şandekê serdana Hewlêrê kirin.

Aknews
Top