• Saturday, 07 February 2026
logo

Projeyasaya budceya herêmê amade ye

Gulan Media February 21, 2012 Nûçe
Projeyasaya budceya herêmê amade ye
Peyvdarê Wezarerta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku projeyasaya budceya sala 2012an a Herêma Kurdistanê amade ye.

Dilêr Tariq ji AKnewsê re daxuyand ku niha projeyasaya budceya îsal a Herêma Kurdistanê di qonaxa dawî ya amadekirinê de ye.

Tariq ronî kir ku budceya îsal a herêmê 12 trilyon û 600 milyar dînarê iraqî ye, niha jî ew li benda pesendkirina budceya giştî ya Iraqê ne.

Tariq got jî, “Her wextekî budceya giştî ya Iraqê bê pejirandin, em ê jî yekser projeyasaya budceya Herêma Kurdistanê bişîne Parlamentoya Kurdistanê.”

Ji bal xwe ve, Sekreterê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Mihemed Qeredaxî ji AKnewsê re ragihand, “Projeyasaya budceya îsal a herêmê amade ye û em li bendê ne Parlamentoya Iraqê budceya giştî ya Iraqê pesend bike.”

AKnews
Top