Felah Mistefa û şandeke welatê Lîtwanya çewanî ya xûrtkirina peywendî ya bas kir
Şanda Lîtwanî basê armanca serdana xwe jibo herêmê kir û ragihenad hatîn jibo avakirina peywendî ya û haydarbun ji derfetên kar û veberhênanê û bazirganî di waarên çandin û saxlemî û avakirinê de û bêtir şehrezabun ji sîstema karkirina Hikumeta Herêma Kurdistanê digel welatên bîyanî.
Cêgirê wezîrê aburî yê Lîtwanî hin nerînên xwe sebaret herêma kurdistanê û welatê xwe anîn ziman û got: çendîn xalên hevbeş dinêvbera herduyan de hene, wek zevîyên çandinê û pêvajoya pîşketinê û got: em dikarîn di gelek waran de mifa werbigirîn û ji berpirsê peywendî yên derve xwest ku bi hevaltî ya şandekî serdana Lîtwanî ya bike û ji nêzve rewşa welatê wî bibîne.
Ji alî hember Felah Mistefa şabuna xwe jibo vê serdana şanda Lîtwanî dîyar kir û ronî xiste ser sîyasete Hikumeta Herêmê di warê aburî û veberhênan û pirosêsa avedankirnê de.
Herweha hîvî xwestin ku welatê Lîtwanya nuneratî ya xwe li herêmê ve bike jibo bibe kanaleke
Diblomasî û xûrtkirina peywendî ya di tev bîyavan de.
