• Friday, 06 February 2026
logo

Greva birçîbûnê ya parlamenterên BDPê deng veda

Gulan Media February 20, 2012 Nûçe
Greva birçîbûnê ya parlamenterên BDPê deng veda
Piştî ku parlamenterên BDPê dest bi greva birçînê kirin, nûnerên gelek saziyan, siyasetmedar û partiyên siyasî serdana wan kirin.

arlamenterên BDPê, bo piştevaniya hevalên xwe yên girtî û girtiyên PKKê, îro saet 10ê sibê, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Şaredarê Wanê, Bekir Kaya û şaredarê qezaya Çelebîbaxê ya navçeya Erdîşê ya Wanê Veysel Keser serdana parlamenterên BDPê kirin, piştî Kaya û Keser, rêvebirên BDPê yên Enqereyê, rêvebirên partiya komonîst a Tirkiyê (TKP) û partiya hevkarî û azadiyê (ODP) yên Enqereyê serdana wan kirin.

Serdankeran, piştevaniya xwe bo çalakiya parlamenterên BDPê nîşan dan. Greva birçîbûnê ya BDPyiyan dê sibê saet 18:00 bi dawî bibe.

AKnews
Top