• Thursday, 05 February 2026
logo

B.W.Pêşmerge: Firsetekî dîrokî heye bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê

Gulan Media February 20, 2012 Nûçe
B.W.Pêşmerge: Firsetekî dîrokî heye bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê
Berpirsekî bilind yê wezareta Pêşmerge dibêje ku Heta niha firset bo Kurdan nehatiye ji bo ragihandina dewletekî serbixwe. Her weha pêşniyara wezareta berevaniya Êraqê ji bo drustkirina firqeyekî leşkerî ji bo kontrolkirina çiyayê Qendîlê bi “Xewna Kîvroşka” bi nav dike.

Birîkarê wezareta Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Enwer Hacî Osman, ji Xendanê re ragehand ku: “Serkirdeyên siyasî yên bi giştî Êraqê yên Ereb baweriya wan bi desthilata Herêmê û Kurdistanê nîne û hez nakin Kurd xwediyê hêza xwe bin, ji ber vê ev çend salin piştî ruxana rejîmê serkirdeyên Êraqê, daxwaza damezrandina çend firqeyekî leşkerî bo Herêma Kurdistanê dikin.”

Enwer Hacî Osman got: “Ji bo ragihandina Dewleta Kurdî, nabê Kurd vê fersendê ji dest xwe berdin, çunkî di dîroka xwe de kurdan fersendekî bi vî awayî bi dest neketiye ji bo ragihandina Serxwebûna xwe, ji ber ku welatên cîran yên Kurdistanê mijûlî pirsgirêk û kêşeyên xwe nin.

Wezareta berevaniya Êraqê pêşniyarek xistiye pêş komîteya asayî û berevaniyê ya perlemana Êraqê ji bo terxankirina birek pare li budceya sala 2012`an bo drustkirina firqeyekî leşkerî bi armanca durpêçkirina çiyayê Qendîlê. Bi şêweyekî ku ev firqeya leşkerî ji hemû newteweyan pêkhatibe, di vê derbarê de berpirsekî wezareta Pêşmerge amaje bi vê kir û got: “Drustkirina wê firqeyê bi armanca rêgirîya çiyayê Qendîle “Xewna Kêvroşka ne”.

Xendan
Top